Bokan; Mûsa Yadiyar û Hemze Yadiyar bi danîna barimteyê hatin berdan

Roja Sêşemê, 6ê Banemera 1404an a Rojî, Mûsa Yadiyar û Hemze Yadiyar, du welatiyên xelkê Bukanê, piştî ku danîna barimteyê heta dawiya darizandinê, ji girtîgehê bi awayekî demkî hatin berdan.
Li gorî çavkaniyek agahdar, di dema binçavkirina wan de ev ji mafê hebûna parêzerekî ji her du birayan re hatiybûn bêparkirin.
Roja Yekşemê 14ê Banemera, 1404an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya avêtin li ser cihê kar û mala van her du welatiyên Kurd de û ew binçav kirin.
Piştî bnçavkirina herdu birayan, hêzên ewlehiyê bi ser mala bavê wan de girtin û lêgerîn kirin.
Mûsa Yadiyar û Hemze Yadiyar kurên Rehman rûniştiyê gundê Gugtepeya ser bi bajarê Bokanê ne.
Heta niha, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî van her du welatiyan hatine kirin de, ti zanyariyên rast nehatine bidestxistin.