Pîranşar; Mihemed Mihemedî ji bo derbaskirina cezayê xwe yê girtîgehê ji Girtîgeha Nexede re hat şandin

Roja Yekşemê, 4ê Banemera 1404an a Rojî, Mihemed Mihemedî naskirî ni(Şêxalî), welatiyê Şînavê ya Pîranşarê, hate binçavkirin û ji bo ku cezayê xwe yê girtîgehê derbas bike, hate veguhastin bo girtîgeha Nexedeyê.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev welatiyê Kurd berê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Pîranşarê ve bi tohmeta "hevkarîkirin bi yek ji partiyên opozîsyona Kurdî yên hikûmeta Îranê re" du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, û ev ceza ji aliyê Dadgeha Şoreş ve bi tevahî hatiye piştrastkirin.
Roja Duşemê, 1ê Reşemeha, 1401`an a Rojî, Mihemedî piştî danîna barimteya du milyar Tûmenî heta dawiya darizandinê, bi awayek demkî ji girtîgeha Nexedeyê hate berdan.
Ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye hatibû běparkirin.
Roja Yekşemê, 8ê Xezelwera 1401an a Rojî, Mihemed Mihemedî naskirî bi(Şêxalî) bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên binçavkirinê yên ewlehiyê yên li Urmiyê hatibû veguhastin. Piştî du mehan lêpirsînê ew ji bo girtîgeha Nexedeyê hatibû veguhestin.