Şino; Yasir Şerîfyan, Reşîd Feqîzade û Omîd Îbrahîmî hatin binçavkirin

17:54 - 7 Gulan 2025

Sibeha roja Çarşemê 7ê Banemera 1404an a Rojî, sê welatiyên Kurd ên bi navên "Yasir Şerîfiyan", "Reşîd Feqîzade", û "Omîd Îbrahîmî" yên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê bi ser malên şexisî ên van hersê welatiyan de girtine û ew binçav kirine.
 
Omîd Îbrahîmî xwedî derbasiya binçavkirin û cezayê girtîgehê ye.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî van hersê welatiyên Kurd hatine kirin de ti agahî tune ye.
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Yasir Şerîfyan, Reşîd Feqîzad, û Omîd Îbrahîmî