Sewlava; Di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de kolberê ciwan ê bi navê Kurûş Muradî hat kuştin û Rizgar Vetendost jî bi giranî birîndar bû

21:44 - 27 Gulan 2025

Sibeha roja Sêşemê 6ê Cozerdana 1404an a Rojî, kolberekî ciwan ê bi navê "Kurûş Muradi" li ser girêkên sînor ên Sewlavayê di encama gulebarana hêzên leşkerî yên hikûmetê de hat kuştin û kolberekî din ê bi navê "Rizgar Vetendost" jî di bûyerê de bi giranî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li bingeha sînorî ya "Jalane" bêyî agahdarkirinê rasterast gule li her du kolberan reşandine.

Vê çavkaniya agahdar wiha lê zêde kir: "Kurûş Muradî di vê bûyerê de ji ber teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li stûyê xwe, di cih de mir."

Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Rizgar Vetendost jî ji bo dermankirina bijîşkî bo Nexweşxaneya Bû Elî ya Merîwanê hatiye veguhastin.

Rizgar Vetendost zewicî ye û zarokekî wî heye.

Ev her du kolber xelkêgundê Sipîdar a ser bi bajarê Sewlava ye.