Yûsif Îsmaîlî, girtiyekî xelkê Serdeştê, li girtîgeha Bender Ebasê hat îdamkirin
17:17 - 22 Gulan 2025

Sibeha roja Sêşemê, 30ê Banemera 1404an a Rojî, girtiyê bi navê Yûsif Îsmaîlî li girtîgeha Navendî ya Bender Ebasê hat îdamkirin.
Ev girtiyê Kurd sê salan beriya niha bi tohmetên "kirîn û firotina madeyên hişber" hatibû binçavkirin û ji aliyê dadweriyê ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Yûsif Îsmaîlî zewicî ye û du zarokên wî hene.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê han ji aliyê rayedarên fermî an medyayên hundirîn ên Îranê ve nehatiye ragihandin.