Bokan; Ezîz Ebdullahzade û Omîd Ebdullahzade ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin
17:54 - 16 Gulan 2025

Sibeha roja Pêncşemê 25ê Banemera 1404an a Rojî, du birayên bi navê "Ezîz Ebdullahzadeh" ê temen 33 salî û "Omîd Ebdullahzadeh" ê temen 35 salî, ji gundê "Hisyên ava" ya srer bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê Ezîz Ebdullahzade li cihê karê wî li "Mîrava" ya li ser bi Bokanê binçavkirin e û Omîd Ebdullahzade piştî gazîkirina wî bo îdareya îtla`ata Bokanê hate binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî van her du welatiyên Kurd hatine kirin de ti agahî tune ye.
Wêne ji rastê ber bi çepê: Ezîz û Omîd Ebdullahzade