Gazîkirin û lêpirsîna du çalakvanên kedkariyê li Sine
22:34 - 1 Gulan 2025

Roja Çarşemê, 10ê Banemera 1404an a Rojî, Zanyar Dabaxiyan û Peyam Fethî, çalakvanên kedkariyê ên xelkê bajarê Sine, ji bo Îdareya Îtlaatê ya bajêr hatin gazîkirin û lêpirsîn ligel wan hat kirin.
Li gorî çavkaniyek agahdar, her du çalakvanên kedkariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li derheq mîtîngên têkildarî Roja Cîhanî ya Kedkaran de hatine lêpirsînkirin.
Ev herdu çalakvanên kedkariyê roja Sêşemê 9ê Banemera, 1404an a Rojî bi rêya telefonê bo Îdareya Îtla`ata Sine hatin gazîkirin û hêzên ewlehiyê ji wan xwestin ku roja Çarşemê saet 10ê sibê li vê saziya ewlehiyê amade bin.
Ev herdu çalakvanên kedkariyê gelek caran ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatine gazîkirin, binçavkirin û gef li wan hatiye xwarin.