Sê welatî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Mehabadê hatin berdan
20:59 - 12 Nîsan 2025

Roja Pêncşemî 21’ê Xakelêwey a 1404’an a Rojî, “Osman naskirî bi (Şiwane) Cehanîfer”, “Yûsif Qel” û “Rehman Dana” sê vwelatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê, piştî danîna barimteyê, bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hatin azadkirin.
Ev 3 welatî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Mehabadê hatibûn veguhastin.
Di rojên 24 û 25’ê Sermawez a 1403’an a Rojî de, ev her sê welatî piştî serdegirtin û lêgerîna malên wan, bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her sê welatiyên Kurd de, ti zanyariyên teqez nehatine bidest xistin.