Urmiye; Nazenîn Elyasî bi danîna barimteyê serbest hat berdan
20:52 - 12 Nîsan 2025

Roja Pêncşemî 21’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, Nazenîn Elyasî, welatiya bajarê Mehabadê, piştî danîna barimteya 4 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, Xanim Elyasî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzeran re bêpar bûye.
Ev welatiya Kurd ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê hatibû veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.
Roja Duşemî 26ê Sermawez a 1403an a Rojî, xanim Elyasî piştî gazîkirina bo îdareya Îtla`ata Mehabadê hatibû binçavkirin.
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Nazenîn Elyasî de ti zanyariyên teqez nînin.