Seqiz; Hêzên ewlehiyê çalakvanê medenî Nerîman Rendanî careke din binçav kirin

Roja Çarşemî 20ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê, Nerîman Rendanî, careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê medenî bêyî belgeya dadgehê li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Roja Sêşemî 2ê Reşemeha 1403an a Rojî, Nerîman Rendanî piştî danîna barimteya 600 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Seqizê hatibû azadkirin.
Ev çalakvanê medenî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji navendeke ewlehiyê ya bajarê Sine bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin.
Êvariya roja Çarşemî 3ê Rêbendana 1403`an a Rojî, Nerîman Rendanî ku di warê huner û mûzîkê de çalak e, li ser gireva giştpirsiyê, bêyî ku cezayê dadwerî hebe, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.