Ciwanê Şahîndijê Fayîg Pîrmûn bi hebeke birincê xwe kuşt

Roja Sêşemî 19’ê Xakelêweya a sala 1404’an a Rojî, ciwanekî bi navê Fayîg Pîrmûn xelkê gundê “Qizkorpiyê” û rûniştiyê bajarê “Şehindijê”, di mala xwe ya şexisî de, bi xwarina hebên birincê dawî bi jiyana xwe anî.
Li gor çavkaniyeke agehdar, Fayîg Pîrmûn temenê wî nêzîkî 40 salî bûye, zewicî ye û xwediyê zarokekê ye. Tê gotin ku zextên aborî, pirsgirêkên malbatî, krîzên derûnî ji sedemên xwekuştina wî bûne.
Di vê mehê de li bajarê Şahîndijê ev duyemîn bûyera xwekuştinê ye. Berî niha jî roja 3ê Xakelêweya 1400an a Rojî ciwanekî din ê xelkê gundê Hemze Qasim û bavê du zarokan Emîn Fetahî Hemze Qasim bi qutkirina demara destê xwe û bi darvekirinê jiyana xwe ji dest da.
Zêdebûna metirsîdar a rêjeya xwekuştinê di Îranê de, bi taybetî di nav ciwan û girûpên kêdahat de, nîşana kirîza aborî, bêkarîya berbelav û nebûna bergiriyên civakî yên bibandor e. Pirsgirêkên ku gelek pispor bawer dikin ku di rêveberiya şaş, gendeliya strukturî û bêserûberiya saziyên rêveberiyê de ne.