Bukan; Êhsan Hemzehzade ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

Roja Yekşemî 31’ê Xakelêwey a 1404’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Êhsan Hemzehzade” xelkê Bukanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo navenda çaksaziya Urmiyê hat şandin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ew ciwanê 17 salî bê belgeya dadgehê binçav kirin e.
Vê çavkaniy haydar her wiha got: Roja Sêşemî 2ê Banemera 1404an a Rojî, ev xortê Kurd piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo navenda çaksaziya Urmiyê hat veguhestin.
Êhsan Hemzehzade xelkê gundê Qalewî ye û rûniştiyê Mîrava ya Bokanê ye û xwendekarê pola duyem a amadeyî ya dibistana Mêracê ye.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, zanyariyên teqez li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vê ciwanê hanê li ber dest nînin.