Şino; Binçavkirina Zahir Mehmûdiyan û Mihemed Xizrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

20:10 - 21 Nîsan 2025

Sibeha roja 31’ê Xakelêweya sala 1404’an a Rojî, du welatiyên Kurd xelkê gundê “Şahwane” ya ser bi bajarê Şinoyê, bi navên Zahir Mehmûdiyan û Mihemed Xizrî, bi awayekî bereday ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bêyî belgeya dadwerî hatin binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye;  Ev her du welatî, sibeha roja Şemiyê 31’ê Xakelêwey a 1404’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bi serdegirtina malên wan de, bê belge û dest danîna li ser mobayilên wan, bo cihekî nediyar veguhastin.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq çarenivîsa wan her du welatiyan, cihê ragirina wan, sebeba binçavkirina  wan û tohmetên ku li ser wan hatine kirin, ti zanyariyek berdest nîne.
 
Ji rast ber bi çep; Zahêr Mehmûdiyan û Mihemed Xezrî