Mihemed Salihî li sînorê Baneyê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve birîndar bû

00:32 - 14 Nîsan 2025

Êvariya roja Şemiyê 23’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Salihî” xelkê gundê “Bîkeş” a ser bi bajarê Bane, li sînorê vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve bi tundî hat birîndarkirin û di beşa nexweşiyên giran de ye.
 
Li gor çavkaniya haydar ku ji Kurdpayê r ragihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Zile”ya bajarê Bane, bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî welatî kirine.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mihemed Salihî piştî gulebarana hêzên leşkerî yên hikûmetê bi giranî ji serê xwe û pişta xwe birîndar bûye û li nexweşxaneya lênêrînê ya nexweşxaneyeke Sine tê ragirtin.
 
Mihemed Salihî zewicî ye û zarokek wî heye.