Tepeserkirina Newrozê li Kurdistanê; Kurûş Fethî birin Îdareya Îtlaat a Bokanê
00:42 - 29 Adar 2025

Rojî Pêncşemî 7ê Xakelêwey a 1404an a Rojî, “Kurûş Fethî” welatiyê bajarê Bûkanê, bi boneya beşdariya di rêûresima Newrozê de li gundê “Kanî Reş” bo îdareya îtlaata bajarê Bokanê hat gazîkirin û lêpirsîn ji wî hat kirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji ber xwendina sirûda destanî di rêûresima Newrozê de li gundê “Kanî Reş” a Bokanê bo îdareya îtlaatê hatiye gazîkirin.
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Dosyeya Fethî bo dadgeha Bokan hatiye şandin.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran jî bi rêya telefonê gef li vî welatiyê Kurd xwar.
Kurûş Fethî zewicî ye û zarokek wî heye.