Tepeserkirina Newrozê li Kurdistanê; Seyfullah Xan Qefarî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin

Roja Şemiyê 2ê Xakelêweya sala 1404an a Rojî, Seyfulla Xan Qefarî welatiyê gundê Başbilax a ser bi bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, binçavkirina vî welatiyê Kurd piştî beşdariya di merasima Newrozê de li gundê “Qela kon”a Seqizê, bêyî belgeya dadwerî pêk hatiye.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê temenmezin ji ber xwendina helbesta helbestvanê Kurd Mamosta Qan`i bi navê “Eger bi azadî najîn, em ê di bin kirasê lûleyê de bimirin” di merasima Newrozê de li gundê “Qela Kon” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Seyfulla Xan Qefarî sala 1326’an a Rojî, ji dayîk bûye û heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq tohmetên ku li hember vî welatiyê Kurd hatiye kirin, berdest nînin.