Merîwan; 3 welatî piştî ku ji bo Îdareya Îtlaatê hatin vexwendin hatin binçavkirin
22:59 - 21 Adar 2025

Roja Înê 1’ê Xakelêweya a 1404’an a Rojî, Mihemed Nîkpeyî, Aram Nîkpeyî û Mihemed Eştek sê welatiyên Kurd xelkê gundê “Nêy” a ser bi bajarê Merîwanê, piştî gazîkirina bo îdareya îtilaata wî bajarî, hatin binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, piştî ku ew her sê welatiyên han ji bo Îdareya Îtilaata Merîwanê hatine gazîkirin, ti agahî li derheq çarenivîsa wan tine.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba gazîkirin, binçavkirin û tometbarkirina van sê welatiyên Kurd li ber deste.
Di vê derbarê de, roja Înê 1’ê Befranbar a 1404’an, Tehsîn Dadras girtiyê siyasî yê berê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo ciheke nediyar hat veguhestin.