Şino; Ebûbekir Xatemî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

01:26 - 18 Adar 2025

Sibeha roja Yekşemî 26ê Reşemeha 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd xelkê gundê Taçîn avaya ser bi bajarê Şinoyê bi navê “Ebûbekir Xatemî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Xatemî bêyî belgeya dadgehê hatiye binçavkirin û piştî ku hêzên ewlehiyê avêtin ser mala wî, bo cihekî nediyar hat birin.
 
Hate gotin ku Ebûbekir Xatemî di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de hatiye binçavkirin.
 
Heya niha ti zanyariyek li derheq tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatiye kirin, tine.