Şino; Metîn naskirî bi(Bêhzad) Çûpanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

21:47 - 16 Adar 2025

Sibeha roja Yekşemî 26ê Reşemeha 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd xelkê devera Teçîn Ava ya Şinoyê bi navê “Metîn naskirî bi (Bêhzad) Çûpanî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpay re ragihandiye; Çûpanî bê belgeya dadgehê hatiye binçavkirin, piştî ku hêzên ewlehiyê avêtin ser mala wî, derî şikandin û ew birin cihekî nediyar.
 
Hate gotin ku Metîn naskirî bi (Bêhzad) Çûpanî di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de hatiye binçavkirin.
 
Heya niha ti zanyariyek li derheq tohmetηn ku li dijî vî welatiyê Kurd hatiye kirin, tine.