Avdanan; Mihemed Danyalî, çalakvanê çandî û medenî, ji bo derbaskirina cezayê du salan bo girtîgeha Îlamê hat veguhastin

21:46 - 16 Adar 2025

Îro Şemî 25 Reşemeha 1403an a Rojî; Mihemed Danyalî çalakvanê çandî û medenî û endamê girûpa çiyagerî ya “Binar” a bajarê Avdanan ji bo derbazkirina cezayê du salan bo girtîgeha navendî ya Îlamê hat veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Ev çalakvanê medenî pêştir bi tohmeta “komkirin û lihevkirina li dijî ewlehiya netewey” û “têk birina tawanên civakî” roja Şemiyê 25ê Reşemeha 1403`an a Rojî, ji bo anîna vê cezayî bo girtîgeha navendî ya Îlamê hatibû veguhastin.
 
Mihemed Danyalî xelkê Avdanan, roja 24’ê Benemera 1402’an a Rojî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Dêhloranê ve hatibû binçavkirin û piştî 60 rojan bi danîna barimteya 5 milyar Tûmenî bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Îlamê hatibû berdan.
 
Ev çalakvanê medenî û çandî di heyama binçavkirina xwe de du caran ji ber bêhurmetî, tiraştina porê xwe û neşopandina dosyeya xwe dest bi gireva birçîbûnê kiribû.
 
Di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar mabû.