Erşed Ferzadbend li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hat îdamkirin
15:40 - 16 Adar 2025

Sibeha roja Yekşemî 26ê Reşemeha 1403an a Rojî, girtiyê gundê “Narî” a ser bi devera Mirgewer a Urmiyê, bi navê “Erşed Ferzadbend” li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat îdamkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd 3 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.