Newroz û Roja Cîhanî ya Jinan; Pêşkêşkirina pênûsan bo keçên dibistana gundê Şînavê ya Pîranşarê

22:28 - 9 Adar 2025

Bi boneya hatina cejna Newrozê û roja cîhanî ya jinan, mamostayên dibistana gundê Şînavê ya bajarê Pîranşarê bi şêweyek sembolîk pênûs dan xwendekarên keç.
 
Keçên dibostana gundê Şînavê her tim trajediya dijwar a şewata dibistana vî gundî tê bîra wan.

Roja 9’ê Befranbara 1392’an a Rojî, bûyera şewata dibistana Şînavê bi giranî şewitî 27 xwendekarên keç ku 2 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Bûyer ji ber xerabûna pergala germkirinê ya dibistanê û negirtina pîvanên ewlehiyê qewimî. Gelek ji keçên Şînavê rastî trawmaya kûr hatin û jiyana wan her û her guherî. Gelek ji van keçan ji ber xemsariya hikûmetê û nebûna dezgehên pizîşkî yên guncaw ji proseya dermankirin û başbûnê bêpar bûne. Ev keç bi giranî li nexweşxaneyên hikûmetê yên bi derfetên kêm dihatin dermankirin û ji ber sedemên siyasî û ewlekarî jî ji bo dermankirinê nehatin şandin bo derve.