Nêimet Ehmednejad piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê hat berdan

22:15 - 9 Adar 2025

Roja Yekşemî 19’êReşemeh  a 1403’an a Rojî, Nêimet Ehmednejad welatiyê gundê “Lekbin” a ser bi bajarê Pîranşarê, piştî danîna barimteya giran, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hat azadkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd piştî danîna barimteya 4.5 milyar Tûmenî heta dawiya dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedeyê hatiye azadkirin.
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ehmednejad piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê di rojên derbasbûyî de ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha Nexedeyê hatibû veguhastin.
 
Sibeha roja Duşemî 1ê Rêbendana 1403an acRojî, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê, êrîşî mala vî welatiyê hanê kirin û ev binçav kirin.
 
Nêimet Ehmednejad 37 salî ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene.
 
Heya niha ti zanyariyên teqez li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatiyê Kurd nehatine bidest xistin.