Yûsif Kiramet ku cezayê muebbetê girtibû ji girtîgehê hat berdan
10:54 - 8 Şibat 2025

Roja Pêncşemî 18’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Yûsif naskirî bi (Îhsan) Kiramet” temen 26 salî xelkê bajarê Nexede bi mebesta cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin hat berdan.
Li gor çavkavkaniyeke agehdar, dadgeha Şoreşê û Giştî ev welatî bi tohmeta “propagandaya dijî hikûmetê” 6 meh cezayê girtîgehê li sr sepandibû.
Yûsif Kiramat beriya niha ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî lêpirsîneke kurt, bi awayekî demkurt hatibû berdan.
Ev welatiyê Kurd di serhildana Jin,, Jiyan û Azadî de di nava têkoşîneke berdewam de bû û hefteyekê rastî îşkenceyên hovane hat.