Berdewamiya binçavkirin û bê agahî li derheq çarenivîsa çalakvanê medenî yê Dêhgolanê Mehdî Cewanmerdî li yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sine

23:59 - 2 Şibat 2025

14 Rêbendana 1403an a Rojî, Mehdî Cewanmerdî çalakvanê medenî yê xelkê Dêhgolanê ku zêdetir ji heftiyekê ye ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin, bo girtîgeha ewlehiyê ya bajarê Sine hatiye veguhastin û ti agahî li derheq çarenivîsa wî de nînin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Cewanmerdî ku piştî binçavkirinê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sine hatiye veguhastin, ji mafê serdanê û hebûna parêzerê bêpar hatiye hiştin û piştî heftiyekê jî, ti agahî li derheq çarenivîsa wî de nînin.
 
Roja Duşemî 8ê Rêbendana 1403`an a Rojî ev çalakvanên medenî yên xelkê Dêhgolanê Mehdî Cewanmerdî û Ferhad Zendî bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
 
Mehdî Cewanmerdî di nav wan kesên ku di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de hatibûn binçavkirin û 69 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û li ser wan her du çalakvanên medenî de li ber dest nîne.