Li Girtîgeha Kirmaşanê Bêhrûz Seferî Qella Zencîrî hat îdamkirin
17:15 - 27 Şibat 2025

Di sibeha Roja Çarşemê 8 'ê Reşemeha 1403'an a Rojî de girtiyê bi navê "Bêhrûz Sefarî Qella Zencîrî" yê ji gundê "Qella Zencîrî" ê ser bi bajarê bajarê Dalahoû, li Girtîgeha Dêzil avaya Kirmaşanê hat îdamkirin.
Ev Girtiyê han 4 salan beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dadweriyê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Bêhrûz Seferî Qela Zencîrî 34 salî ye û ser bi ola Yarsan e.
Heta niha nûçeya îdamkirina wî girtiyê ji alîyê dezgehên fermî yan jî meddyayên nav Îranê ve nehatiye ragihandin.