Sine : Ferzad Hemîdî bi danîna barimteyê hate berdan

23:42 - 25 Şibat 2025

6ê Reşemeha 1403an a Rojî, roja Duşemê welatiyê Kurd ê ji Kamyaranê Ferzad Hemîdî bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji Girtîgeha Navendî ya Sine hate berdan.

Ev welatîyê han ji bo lêpirsînê bo Îdareya Îtla`ata Sine veguhaatibûn û piştî temambûna prosesên pirsyarîyê ev bo girtîgeha wî bajêrî hat veguhastin

Ferzad Hemîdî di 6'ê Rêbendana 1403'an a Rojî roja Şemiyê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve têkildarî greva giştî ya gelê Kurd a li dijî cezayên îdamê hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlekariyê avêtin ser mala Ferzad Hemîdî û bêyî ku biryara dadgeriyê pêşkêş bikin, navbirî binçavkiribûn. Her wiha telefona şexsî ya Hemîdî bêyî belgeyek dadwerî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate binçavkirin.

Di 3'ê Rêbendana 1403'an a Rojî de piştî banga partiyên Kurd na ji bo cezayê îdamkirinê ku li gelek bajarên Kurdistanê were rawestan, tevî Sine, Mehabad, Seqez, Dîwandere, Merîwan û … hwd. Grevên gel hatin lidarxistin û piştre jî li ser binçavkirin û givaşên li bajarên Kurdistanê deng vedan.