Cezayê girtîgehê yê Ayhan Îbrahîmî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat redkirin

Cezayê girtîgehê yê welatiyê Kurd Ayhan Ebrahîmî yê ji Ûrmiyê ji aliyê taya 39. a Dadgeha Bilind ve hate betal kirin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar piştî ku dadgeha bilinda dadgahîya bilind cezayê wî welatîyê han pejirand, dosyeya wî ji bo heman taya dadgeha şoreşê ya Urmiyê ji bo vekolîna ji nû ve hat veguhastin.
Di destpêka Rezbera 1403'an a Rojî de, ji aliyê taya sêyem a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê ve, ku dadger Berzkar û Necefzade serokatiya wê dike, bi tohmeta "endametiya komên dijberî Komara Îslamî ya Îranê" 6 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.
Roja Duşemî 18ê Pûşpera 1402an a Rojî, ev welatîyê Kurd bêyî belgeya dadwerîyê û tundûtûjî li mala xwe de hat binçavkirin û bo navenda ewlekariyê ya Urmiyeyê bo lêpirsînê hatibû veguhastin
Piştî 10 rojan ji lêpirsîn û temamkirina proseduran, ev welatî ji navenda îdareya Îtla`atη ya Urmiyeyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin û di dawî de bi danîna barimteya 2 miliyar Tûmenî bi awayek demkî hate azad kirin
Ayhan Ebrahîmî 28 salî ye û xwediyê bawerînameya perestarî ji Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Gîlanê ye.