Goran Xudamoradî ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê bo Girtîgeha Sine hat veguhastin

23:58 - 2 Şibat 2025

Roja Yekşemî 14ê Rêbendana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Goran Xudamoradî” piştî gazîkirina bo taya çarem a Îdareya Îtla`at a Sine, hat binçavkirin û bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hat veguhastin.
 
Pêştir ev welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re û propaganda li dijî hikûmetê” ji aliyê taya yekem a dadgeha şoreşa Sine ve, bi 4 sal hepsa bêdem û 6 meh cezayê ragirtî hatibû cezakirin. "
 
Roja Duşemî 16’ê  Rezbera sala 1403’an a Rojî, Xudamoradî li mala mala xwe de, bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, roja 16’ê Xezelwerê, bi awayekî demkî hat azadkirin.
 
Di dema serdegirtina malê de hêzên ewlehiyê dest danî ser hin kelûpelên şexisî yên Goran Xudamoradî û telefona wî ya destan.
 
Goran Xudamoradî xelkê gundê Şiyan ê ser bi bajarê Sine ye.