Seqiz : Çalakvanê Medenî Nerîman Randanî bi danîna barimteyê hat berdan

Roja Sêşemê 6ê Reşemeha 1403an a Rojî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Nerîman Randanî bi barimteya 600 milyon Tûmenî bi awayekî demkî ji girtîgeha bajêr hate berdan.
Li gor çavkaniyeke agehdar ev çalakvanê medenî piştî bi dawî hatina proseya lêpirsînê ji navendeke binçav kirina ewlekarî ya bajarê Sine veguhastiye bo girtîgeha Seqizê.
Êvara roja Çarşemê 3ê Rêbendana1403an a Rojî, Nerîman Randanî bêyî ku belgeya dadweriyê nîşan bidin, navbirî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû binçavkirin.
Randanî ku di warê huner û muzîkê de kar dike, bi greva giştî yane bo îdamê hatibû binçavkirin.
Roja Çarşemê 3ê Rêbendana 1403an a Rojî, piştî banga partiyên Kurd ku cezayê îdamkirinê li gelek bajarên Kurdistanê nebirî, tevî Sine, Mahabad, Seqiz, Dîwandere, Merîwan û … hwd. Ji aliyê bazirgan û xwediyên bazaran ve bi cûrbecûr bangewazî, girtin, gef û zextên li ser bazirganan greva berfireh hate lidarxistin.