Bi binçavkirina Mobîn Mecîdzade re, hejmara girtiyên li Miyandavê bû 7 kes

01:04 - 24 Şibat 2025

Sibeha roja Yekşemî 5’ê Reşemeha sala 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mobîn Mecîdzade” xelkê gundê “Gamîş Gulî” a ser bi bajarê Miyandavê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlekarî bê belgeya dadweriyê avêtine ser mala vî welatiyê 25 salî û ev binçav kirine.
 
Di nav vê dozê de hejmara girtiyên li Miyandavê derket 7an. Heta niha li derheq sebeba binçavkirinn, tohmet û çarenivîsa van girtiyan de ti agahî nehatine bidestxistin.
 
Sibeha roja Ykşemî 5’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, 6 welatiyên Kurd bi navên “Sêdiq Ebasnejad” xelkê gundê “Qela Helakuxan” a ser bi bajarê Miyandavê, “Bêhzad Berceste”, “Keyvan Berceste”, “Şehab Tewan”, “Nîma Qurbanzade” xelkê gundê “Ibrahîmava” ya ser bi bajarê Miyandavê û Xaliq Rehîmî xelkê gundê Gamîş Gulî û rûniştiyê gundê“Şîn avaya” ser bi Myandavê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.