Sine; Çalakvanê medenî Qani Xatrî bi danîna barimteyê hat berdan

Roja Pêncşemî 2ê Reşemeha 1403an a Rojî, QanI Xatrî, çalakvanê medenî yê xelkê Sine, piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hat azadkirin.
Ev çalakvanê medenî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji girtîgeha Îtlaata Sine bo girtîgeha navendî ya bajêr hate veguhastin.
Roja Pêncşemî 18ê Rêbendana 1403an a Rojî, Qani Xatrî, bê belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
Roja Pêncşemî 27’ê Befranaba 1403’an a Rojî, Xatrî bo Îtlaata Sine hatibû gazîkirin û piştî çend demjimêran lêpirsînê hatibû berdan.
Ev çalakvanê medenî xwediyê derbasiya binçavkirin û cezayê girtîgehê ye.
Heya niha li derheq sebeba binçavkirina QanI Xatrî û tohmetên ku li dijî wî hatine kirin, ti zanyariyên teqez nehatine bidest xistin.