Kirmaşan; Çalakvanê çandî Serwet Sohrabî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
11:33 - 13 Şibat 2025

Roja Çarşemî 17ê Rêbendana 1403an a Rojî, “Serwet Sohrabî” xebatkarê kulturî yê xelkê Ciwanroyêû rûniştiyê bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, Sohrabî bêyî belgeya dadgehê li bajarê Kirmaşanê li ber deriyê dikana hevjîna xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev çalakvanê kulturî ji bo lêpirsînê bo navenda binçavkirinê ya Îtla`ata Kirmaşanê hatiye veguhastin.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirinê û tohmetên ku li Serwet Sohrabî hatine vekirin de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.