Mehabad; Binçavkirina Diyako Xizirî, mamê Şahû Xizirî, yek ji qurbanîyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî

11:32 - 13 Şibat 2025

Roja Çarşemî 14’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, “Diyako Xizirî” welatiyê Kurd xelkê gundê “Şîlan Ava” ya ser bi bajarê Mehabadê û mamê Şahû Xizirî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan, Azadî” li bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
 
Li gorî raporên hatine bidestxistin; Hêzên ewlwhiyê bi ser mala Diyako Xizirî de girtin û bêyî ku blgeyek dadweriyê hebe navbirî binçavkirin e.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser vî welatiyê Kurd tine.
 
Di 5’ê Sermaweza sala 1402’an a Rojî de, Şahû Xizirî yê temen 21 salî, xelkê Mehabadê, di dema xwepêşandanên gel ên bajêr de, ji aliyê hêzên tepeserker ve bi guleya li ser rûyê wî hat kuştin û beriya ku bigihê nexweşxaneya Xumeynî ya Mehabadê jiyana xwe ji dest da. Di rapora doktorê tenduristiyê de sedema mirina wî wekî "bandora bi tiştên tûj û hişk" hatiye nivîsandin.