Îlam; Blogger û mîzahvan Sîrvan Perwîzî bi danîna barimteyê hat berdan
Roja Sêşemî 18’ê Befranbara 1403’an a Rojî, Sîrvan Perwîzî, blogger û mîzahnûsê xelkê Îlamê, piştî bi danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî, bi awayekî demkî hat azadkirin.
Roja Yekşemî 16ê Befranbarê Perwîzî ji ber berhemanîn û weşandina vîdeoyên pêkenokî yên girêdayî rewşa siyasî, civakî û aborî li ser rûpela xwe ya Instagramê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hatibû binçavkirin.
Ew ji bo lêpirsînê birin navenda îtla`ata Îlamê û piştî rojekê ji lêpirsînê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.
Hevdem ligel berdana demkî ya vî bilogerî, rûpela wî ya Instagramê ji aliyê dezgehên dadwerî ve hat astengkirin û di peyama ku li ser rûpela wî ya Instagramê hatiye weşandin de wiha hatiye gotin: “Bi fermana desthilata dadwerî, ji ber belavkirina naveroka sûc Navnîşana înternetê hat astengkirin û ajanên ku di sûcên ku mijara wan de ye hatin darizandin."