Kamyaran; Ferzad Hemîdî ji ber greva giştî ya “Na ji îdamê re” hat binçavkirin
22:01 - 26 Kanûna Paşîn 2025
Roja Şemî 6’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, Ferzad Hemîdî welatiyê Kurd xelkê Kamyaranê, li ser gireva giştî ya gelê Kurd li dijî cezayê îdamê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Hêzên ewlehiyê bi ser mala Ferzad Hemîdî de girtin û bêyî ku belgeya dadweriyê hebin ew binçav kirin. Her wiha telefona destan a şexsî ya Hemîdî jî bêyî belgeya dadweriyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dest bi ser hatiye girtin.
Di 3`ê Rêbendana 1403an a Rojî de, li ser banga partiyên kurdî ku ji cezayê îdamê re dibêjin na, li gelek bajarên Kurdistanê, ji wan Sine, Mehabad, Seqiz, Dîwandere, Merîwan û … hwd, girev hat girtin û bi piranî li bajarên Kurdistanê.