Fireydûn Nebî ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexede hat veguhastin
Roja Pêncşemî 13’ê Befranbar a 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Fireydûn Nebî” xelkê Pîranşarê ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexede hat veguhastin.
Ev welatiyê han pêştir bi tohmeta “komcivîn û lihevkirina dijî ewlehiya netewî ya welat” ji aliyê taya du a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer “Emîr Ocaqilû” bi 43 meh heps bi tohmeta endametî di yek ji partiyên Kurd yên oposiyona hikûmeta Îranê û 35 meh heps bi tohmeta piroangenda li dijî dikûmetê 8 meh heps bo birêvecûna cezayê xwe hatibû cezakirin.
Her wiha Fireydûn Nebî bi tohmeta “hilgirtina çeka qaçax û avêtina molotofeke xwemalî” ji aliyê taya 102 a Dadgeha Tawanan a Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Riza Qehremanî Saetlû” ve bi 6 meh heps û 25 milyon Tûmen hat cezakirin.
Roja Sêşemî 19’ê Banemera 1402’an a Rojî, ev xortê Kurd piştî danîna barimteya 3 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hat azadkirin.
Fireydûn Nebî li şûna birayê xwe Ferdîn Nebî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dîl hat binçavkirin.
Roja Şemî 6’ê Xezelwera 1401’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê, bi tundî êrişî mala Ferdîn Nebî kirin û piştî ku nekarîbûn wî binçav bikin, birayê wî yê biçûk Ferîdûn Nebî binçav kirin e.
Fireydûn Nebî piştî 48 rojan ji lêpirsînê ji Îdareya Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha Nexede hat veguhastin.