Sine; Çalakvana medenî û mafên jinan Ayda Emûyî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

19:44 - 19 Kanûna Paşîn 2025

Roja Şemî 29’ê Befranbara 1403’an a Rojî, “Ayda Emûyî” çalakvana medenî û mafê jinan a xelkê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Hêzên ewlehiyê ev çalakvanê medenî û mafê jinan bêyî nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê wê de binçavkirin e û heta niha ti zanyariyek li derheq binçavkirin û çarenivîsa wê de bi dest neketiye.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar a Kurdpayê, Xanim Emûyî di rojên borî de çendîn caran ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve gef jê hatine xwarin û heta dezgehên ewlehiyê jî rê nedan ku beşdarî kombûna jinan û çalakvanan li Sine ku ji bo şermezakirina cezayê îdamê ya Pexişan Ezîzî li ber avahiya dadweriya bajêr bibe.
 
Heya niha jî bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ser xanim Emûyî de tine.