Diyarbûna nasnameyê; Raporeke pêvek li ser qutbûn û birîndarbûna mêr û jineke bi temen ji ber teqîna mînekê li Gîlanxeribê
01:05 - 19 Kanûna Paşîn 2025
Nasnameya jin û mêrekî bi temen ku roja Pêncşemî 27ê Befranbara 1403an a Rojî, bi sedema teqîna mînekê li mêrgên “Ban Mîl” a ser bi navçeya sînorî ya Somar a bajarê Gîlanxerib a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li rojavaya parêzgeha Kirmaşanê, tûşî qutbûn û birîndarbûnê bibûn, ji bo Kurdpayê hate pejirandin.
Kurdpa nasnameya vê jin û mêrê bi temen “Kemal Êhsanbeixş temen 65 salî û Necîme Ceiferî 55 salî” eşkere kiriye.
Di vê bûyerê de Êhsan Bexş lingê wî yê çepê hat jêkirin û Xanim Ceiferî ji zikê û çavên wê bi giranî birîndar bûne.
Ev jin û mêrê bi temen ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Xomeynî” ya Îlamê hatin veguhastin.