Cezayê îdamê yê Sîwan Yeqûbî li girtîgeha Sine hat lidarxistin
21:16 - 16 Kanûna Paşîn 2025
Sibeha roja Pêncşemî 27’ê Befranbara 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Sîwan Yeqûbî” temen 36 salî kurê Ebdulsemed, li girtîgeha navendî ya Sine hate îdamkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtî roja Çarşemî 26ê Befranbarê bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeta takekesî hatibû veguhastin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev girtiyê han sê salan berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.
Sîwan Yeqûbî ji gundê “Bisaran”a ser bi Serwavayê ye.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.