Nexede; Binçavkirina Eyûb Armend ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

19:55 - 16 Kanûna Paşîn 2025

Roja Pêncşemî 27’ê Befranbara a 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Eyûb Armend” xelkê Nexede ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li bajarê Nexede bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev welatiyê han binçavkirin e.
 
Eyûb Armend 35 salî ye, zewicî ye û zarokek wî heye.
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.