Dîwandere; Ferîd Badîdest 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

01:29 - 13 Kanûna Paşîn 2025

Welatiyê Dîwandereyê Ferîd Badîdest ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi 20 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev welatiyê  han bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” û “propagandakirina dijî hikûmetê” tometbar kiriye û di çend rojên borî de ev ceza bi ser wî de hatiye sepandin.
 
Roja Çarşemî 23’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî welatiyê Kurd de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev binçav kiribûn.
 
Ferîd Badîdest piştî bidawîbûna pêvajoya lêpirsînê, bi danîna barimteyê heta dawiya dozê serbest hat berdan.