Sine; Li Leyla Selîmî 2 meh cezayê dûrxistina ji kar hat birîn
Lijneya çavdêriya binpêkirinên îdarî ya Wezareta Perwerdeyê biryara ji kar dûrxistina mamostaya perwerdeyê û çalakvana sendîkaya mamosteyan Leyla Selîmî bi 2 mehan dûrxistin ji kar hat guhertin.
Di destpêka sala 1403’an a Rojî de, ev mamosta bi tohmeta “çalakiya sendîkayî û endametiya di Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Sine” de, bi dûrxistina ji komîta tawanên îdarî ya perwerdeya Kurdistanê hat cezakirin.
Piştî nîşandana nerazîbûna Xanim Selîmî li dijî biryara destpêkî û pêdaçûna dosyeyê û rûbirûbûna civînan, biryara dûrxistina wê bo 2 meh rawestandina karûbaran di desteya temyîzê ya binpêkirinên îdarî ya Wezareta Perwedehiyê de hat daxistin.
Leyla Selîmî di warê rêveberiyê de doktoraya xwe qedandiye û 32 sal ezmûna wê ya mamostetiyê heye.