Girtîgeha Nexede; Cezayê girtîgehê li Eyûb Demawendî hat birîn

20:13 - 10 Kanûna pêşîn 2024

Eyûb Demawendî, welatiyê Kurd ê Pîranşarê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer Dostî bi 5 sal û 15 roj girtîgeh hat cezakirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev welatiyê han bi “sîxuriya bo Îsraîlê” tohmetbar kiriye.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Demawendî li hember biryara dadgehê ya ku ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê ve hatiye dayîn nerazîbûn nîşan daye.
 
Eyûb Demawendî di 11’ê Gelawêja 1403’an a Rojî de bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Spaha Pasdaran ve ku avêtbûn bi ser mala wî de hate binçavkirin û piştî mehekê lêpirsînê li girtîgeha Îtila’ata Urmiyê, bo girtîgeha Nexede hat veguhastin.
 
Ev welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar mabû.
 
Eyûb Demawendî kurê Ebdullah xelkê gundê “Dêlzê” ya ser bi bajarê Pîranşarê ye.