Cezakirin û dûrxistina çar endamên Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Dîwandere
Endamên Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Dîwandereyê, Omîd Şahmihemedî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Êhsanî û Kawe Mihemedzade, bi biryara lijneya lêkolîna binpêkirinên îdarî yên perwerdeyê, bi ji ser kar derxistin û dûrxistin û hatin cezakirin.
Li gorî biryarê, Omîd Şah Mihemedî, Hîwa Qureyşî û Kawe Mihemedzade ji kar hatine dûrxistin û Perwîz Êhsanî jî 5 salan dûrxistin bo Qorwe bûye.
Pêştir Omîd Şahmihemedî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sine ve bi tohmeta “Endamtiya yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” û Hîwa Qureyşî, Perwîz Êhsanî, û Kawe Mihemedzade bi tohmeta “Endamtiya yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona Îranê” bi 5 sal girtîgeh hatibûn cezakirin.
Roja Sêşemî 8ê Xermanana sala 1401an a Rojî, ev çar endamên Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Dîwandereyê, piştî 76 rojan ji binçavkirina demkî, ji girtîgeha Îtilaata Sine hatin berdan.
Ev 4 mamostayên Kurdistan-Dîwandereyê di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbatan re hatibûn bêparkirin.
Roja Çarşemî 25’ê Cozerdana 1401’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bi mebesta rêgirtin li lidarxistina çalakiya nerazîbûnê ya mamostayan li ber îdareya Perwerdeya Dîwandereyê, ev çar çalakvanên sendîkaya mamostayan binçav kirin.
Ev 4 welatî piştî hatin binçavkirin, ji bo îfadeyê birin girtîgeha Sergirtî ya Îtlaata Sine.
Omîd Şah Mihemedî roja Duşemî 21ê Xezelwera 1397an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî çil rojan binçavkirina demkî, bi danîna barimte hat berdan.
Piştre ev çalakvanê sendîkavanî ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine bi tohmeta “li dijî ewlehiya netewî” bi salek girtîgeh hatin cezakirin.