Bokan; Binçavkirina Kawe Ostwar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
22:29 - 24 Kanûna pêşîn 2024
Roja Sêşemî 4’ê Befranbara a 1403`an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê Kawe Ostwar xelkê gundê Ebasavayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.
Li gorî çavkaniyekê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadwerî ev kes binçav kirin e.
Li derheq binçavkirin û tometbarkirina Kawe Ostwar de heta dema belavkirina vê nûçeyê ti agahî nehatin bidestxistin.
Her di vê pêwendiyê de, roja Şemî 4’ê Befranbara 1403’an, du welatiyên Kurd bi navên “Hêmin Behramî” û “Soran Êrşad” xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.