Li Bokanê 2 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin
21:55 - 24 Kanûna pêşîn 2024
Sibeha roja Sêşemî 4ê Befranbara 1403an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Hêmin Behramî” û “Soran Êrşad” xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev du welatiyên gundê “Glolan jorê” ya ser bi bajarê Bokanê di mala xwe de bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirin.
Hêmin Behramî 36 salî û Soran Êrşad herdu zewicî ne û her yek du zarokên wan hene.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq binçavkirin û tohmetên li ser wan du welatiyên Kurd de tine.
Wêne ji rastê ber bi çepê: Soran Êrşad û Hêmin Behramî