Li sînorê Newsûdê kolberek bi giranî birîndar bû

13:52 - 11 Kanûna pêşîn 2024

Sibeha roja Çarşemî 21’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, kolberekî Kurd bi navê “Mûseib Sebzewarî” li sînorê bajarê Newsûdê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve bi giranî birîndar bû.
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê ev kolber kirine armanc û ji rû û serê xwe bi giranî birîndar bûye.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev kolber niha li beşa ICU ya nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê ye û rewşa giştî ya wî nebaşe û asta hişiyariya wî 3 ye.
 
Museib Sebzewarî zewicî ye û xelkê gundê Qişlaqê ya navçeya Şaho ya bajarê Rewansar a parêzgeha Kirmaşanê ye.