Serwava; Çar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin
19:22 - 7 Çirriya paşîn 2024
Sibeha roja Sêşemî 15’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, 4 welatiyên Kurd bi navên “Hemîd Salihînjad” 27 salî, “Cefer Erdelan” 40 salî, “Mihemed Kerîmî” 31 salî û “Sîna Esedî Hekîm” 15 salî xelkê gundê Dêvznav ya ser bi bajarê Serwavayê ji aliyê hêzên ewlehiyê hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî hebûna belgeya dadgehê, êrîşî gundê Dêviznavê kirine û ev 4 welatî binçavkirin e.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên van çar welatiyên Kurd de tine.
Wêne ji rastê ber bi çepê: Mihemed Kerîmî û Hemîd Salihînjad