Cezayê îdamê yê girtiyê xelkê Senheyê li girtîgeha Qizilhisarê ya Qizilhisarê birê ve çû

19:21 - 7 Çirriya paşîn 2024

Sibeha roja Çarşemî 16’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Celîl Îqbalzade” xelkê bajarê Şehne ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê hate îdamkirin.
 
Roja Duşemî 14’ê Xezewera 1403’an a Rojî, ev girtiyê han ji bo birêveçûna cezayê îdamê, bo odwya takekesî ya girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatibû veguhastin.
 
Celîl Îqbalzade xelkê gundê “Mal Emîrî a jorê” ya ser bi bajarê Sehne, nêzîkî çar salan berî niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.